
Di ‘Şerê Rizgariyê’ de hewcehiya pêşkêşên Tirkan bi hevkariya Kurdan hebu. Ji ber ku di rewşeke pir xirab de bun. Di Peymana Sewrê de Anatolya, bi piraniya xwe ji destê wan derketibu. Dizanîn ku Kurd bi wan re tevnegerin dê sernekevin. Ji ber hindê digotin biratî, welatê hevbeş, ji bo Kurdan xweserî û hewd. Bele […]
Di ‘Şerê Rizgariyê’ de hewcehiya pêşkêşên Tirkan bi hevkariya Kurdan hebu. Ji ber ku di rewşeke pir xirab de bun. Di Peymana Sewrê de Anatolya, bi piraniya xwe ji destê wan derketibu. Dizanîn ku Kurd bi wan re tevnegerin dê sernekevin. Ji ber hindê digotin biratî, welatê hevbeş, ji bo Kurdan xweserî û hewd.
Bele dema dîtin ku dê nekarin li himberê Firensa û Îngilîzan serkevin, bi Peymana Enqerê Rojava dan Firensa û bî Peymana Lozanê jî Başur dane Îngîlîzan.
Tirsa serxwebuna Kurdan her tim di dilê wan de bu. Parçekirina welatê Kurdan ji aliyekê ve li hesabê wan dihat. Wan hesap dikir ku Kurd dê di nava demê de navbera çar dewletan de bêne pişaftin û tune bibin.
Piştî Peymana Lozanê polîtîkayên pişaftinê, perçiqandinê, koçberkirinê û tunekirinê xistine meriyetê.
Di çarçoveya vê armancê de 25’ê Îlonê 1925’de Plana Islaheta Şerqê xistin meriyetê. Xala 13’dan a vê planê girîng e. Dibêje; ‘’ ewên eslê xwe de Tirk û ketine bin bandora Kurdbuyînê û serhildanê, divê di navenda Parezge û Navçeyên Meletî, Elezîz, Amed, Bitlîs, Wan, Muş, Riha, Erganî, Hozat, Erdîş, Adilcewaz, Xelat, Palu, Çarsancaq, Çemîşgezek, Ovacik, Adiyaman, Besnî, Arga, (Akçadax) Hekîmxan, Bîrecîk û Çermikê li daîreyên hukumet û şaredariyan û saziyên wan de û dibistanan de, suk û bazaran de ji derveyî tirkî bi tu zimanî axiftin neyê kirin. Eger axiftin bê kirin, dê bi tewanbariya bertek dayîn û himber derketina li dijî hukumet û belediyê bêne cezakirin.’’
Xala 16’de dibêje; ‘’Ew Kurdên li parêzgeyên rojavayê Firatê, belave niştecîh buyîn, divê demlidest axiftina kurdî li wan bête qedexekirin. Heman demê girîngî bidene dibistanên keçan. Axiaftina tirkî bi jinan bidine pejirandin.’’
Di makezagonê de xala 42. benda dawî de dibêje; ‘’ ji bilê tirkî tu ziman, di saziyên perwerdê û hîndekariyê de, ji bo welatiyên tirk wekî zimanê dayîkê nikare bibe zimanê xwendin û hînbunê.
Bê guman di jiyana rojane de jî plan û kiryarên xwe xistin merîyetê. Navên çiyan, robaran, deştan, gundan, kolanan, bacaran guhertin û navên mirovan yên kurdî qedexe kirin. Bi zimanê kurdî; şano, sînema, muzîk afrandin, leystîn, gotin jî qedexe kirin. Zimanê kurdî biçuk xistin, kirin zimanê ; ‘kart kurt’ û gotin zimane kurdî tune ye. Ji tirkî, erebî, farisî û zimanên din peyda buye. Kurd ji ber ku çîyayî bun; li ser berfê dimeşiyan û ji lingên wan ‘qart û qurt’ derdiket, ji bo wê ji wan re gotin Kurd. Gorî wan di heqîqetê de Kurd tune bun. Mixabin ev fereseta pêkenok heta radeyekê bi hinek Kurdan jî dane qebulkirin.
Mixabin ne tenê pişaftin pêşxistin, Kurdên di kolanan, dibistanan, saziyan, zîndanan de kurdî diaxiftin, an jî stranek digotin, lêdan dixwarin û heqaret li wan dihat kirin. Hê berdewam e jî. Gelek însan ji bo wê hatine kuştin û birîndarkirin. Pirtuk, rojname, kovar derxistin, xwendin, nivîsandin jî qedexe kirîbun.
Bi têkoşîn û bedelên giran hinek tiş hatine guhertin û qebulkirin. Kurdan bi têkoşîna xwe hinek derfet jî bo xwe û gelên din afrandin. Dewlet neçarî qebulkirina hinek tiştan bu. Îro televîzyon, radyo bi zaravayên cuda yên kurdî bi fermî hatine vekirin. Zehmet be jî, pirtuk, kovar, rojname û hwd têne nivîsandin û xwendin. Qursên zimanê kurdî têne vekirin.
Dema borî şaradariyên me gelek xebatên ser kurdî kirin, komele, enstîtu hatine vekirin. Gelê Kurd warê ziman û çandê de kete nava berxwedan û tevgerê. Hinek pêşketinên giriîng bi dest xistin. Belê bê guman têr nake. Gelê Kurd ji ber talukeya pişaftinê rizgar nebuye. Ji ber ku dewlet vê dibîne, ser polîtîkaya xwe ya pişaftin û tunekirinê berdewan dike. Dema ket zorê jî dest davêje dek û dolaban. Dibêje ez ne dijî ziman û çanda Kurdan û gelan im.
Berê riya qursên bi peran nîşa zarokên Kurdan didan. Îro jî dibêjin eger Kurd bixwazin bila heftiyê du saetan zarokên xwe bişînin perwerdeya zimanê kurdî. Aliyekê vê dibêjin û propagandeya wî dikin. Alîyê din jî mamosteyan amade nakin û derfetan na afrînin. Dibêjin rêvebir û mamostayên dibistanan heta ji destê we bê astengan derxînin pêşiya wan. Bêjin pêşerojê de ji bo zarokên we tu xêra vî zimanî nîn e. Berê zarokan, bidine dersên olî.
Wekî din ji di zankoyan de mamosteyên kurdî kêmin. Ji bo mamostetiyê sala 2020 de 14 xwendekaran serî li zankoyên perwerda kurdîdidin kirîbun. Mamosteyên ji bo kurdî hatine amadekirin, 500’î wan li benda peyvîr dayînê ne. Belê tenê 70 mamoste hatine peyvirdarkirin.
Wezîrê Perwerdê dibê em dê ji derve mamosteyên demkî bênîn. Ev jî durûtiya wan dide diyarkirin.
Van rojane de ev mijar ketiye rojevê. Gelek ali û saziyan bang li gelê me kirin û gotin ji bo zarokên xwe herin serî li dibistanan bidin. Gelek aliyan jî ev pêngava henê wekî derfeteke dîrokî û girîng dîtin.
Bê guman divê gelê me û gelên din, hemu derfetan bikar bînin. Belê divê bê zanîn ku ev pêngav nabe derman ji bo zimanê kurdî û ji pişaftinê rizgarbuna wî. Ji gelên din re jî her wisa. Hukumet aliyekê dixwaze ji bo hilbijartinên pêşwext bike amurê propagandayê. Ji aliyê din ve dixwaze bi astengan pêşî lê bigre û vale derxe. Pişt re jî bêje vaye me maf û derfet da, belê welatiyên Kurd û yên din ne xwestin hînê zmanê xwe bibin.
Ji bo ku gelê Kurd û gelên din ji pişavtin û tunebunê rizgar bibin; divê li hemu qadên jiyanê li zimanê xwe xwedî derkevin. Her malek, kolanek, saziyek, komelek bibe qada hînbuna ziman. Bi israr, li her derî biaxivin, binivîsin û bixwînin. Bi taybet dayîk û bavên Kurd, divê zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin. Taluke gelek mezin e. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn; pêwîste hemu cureyên têkoşînê bi aweyekê meşru û demokratîk li himberê hukumet û dewletê bê dayîn.
Ev mafekê gerdunî ye. Di gelek peymanên navnetewî de ev maf hatiye pejirandin. Erdoxan, li Almanya’yê digot; ‘’ pişavtin sucê mirovahiyê ye.’’ Rast e. Divê li her derî gelê me li mafî xwe xwedî derkeve. Gel bi zimanê xwe gel e. Ziman nasname ye, hebun e, giyan e, xêret e, dîrok e, çand e, giyan û hestên welat e.
Gelê Kurd hezaran salan e bi nasnameya xwe li ser vê axê dijî. Bi dersên hilbijêr bersivdayîna Kurdan; şano ye, heqaret e. Gelê Kurd û gelên din divê vê nêzîkbunê qet qebul nekin. Di sed û sêzde dewletan de bi fermî perwerdeya zimanên cuda tête dayîn.
Pêwîste zimanê Kurdî ji despêkê heta qedandina zankoyan bibe zimanê perwerdê yê fermî. Di hemu saziyên dewletê û qadên jiyanê de bibe zimanê duyemîn. Divê di makezagon û zagonan de bêne misogerkirin. Lazime têkoşîna partî, sazî û gelên me yên azadîxwaz li ser vê armancê be.
Li zimanê xwe xwedî derkevin, biaxivîn, bixwînîn û binvîsin…
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê
Hasan Özgûneş
24.1.2022